Kurdistan24 encamên hejmareka bingehên dengdanê li Kerkûk û Neynawa û Diyalayê parve dike

Bingeheka dengdanê li Kerkûkê
Bingeheka dengdanê li Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku seet 6:00 ê vê êvarê piroseya hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê bidawî hat, Kurdistan24 encamên hemareka bingehên dengdanê li Kerkûkê parve dike.

Li gor zanyarên K24ê, li bingeha dibistana 11ê Adarê ya kiçan li parêzgeha Kerkûkê ku 450 dengder hebûne, 290 kesan dengê xwe daye û şeş deng hatine pûçkirin, dengên 288 kesan hatine hejmarkirin û lîsta 197ê ya PDKyê li wê bingehê 44 deng wergirtine.

Herwesa li parêzgeha Diyalayê, li bingeha dibistana amdehiya Zeytûnê ya kiçan li Xaneqînê, ji 450 dengderan, 225 kesan deng daye, ku 11 deng hatine pûçkirin û lîsta 197ê ya PDKyê 18 deng wergirtine.

Herwesa li gor zanyarên K24ê, li bajarkê Pirdê şeş bingehên dengdanê bi vî rengî bûn; li dibistana Omer Muxtarê 2132 deng hatine dan, li dibistana Şehîdlerê 1607 deng, li dibistana Bêxalê 2005 deng, li dibistana Altûn Koprîyê 1707 deng, li dibistana Dîlanê 2065 deng, li dibistana Altûn Soyê 1537 deng, hemî dibin 11053 deng, ku dibe 69.54%.

Herwesa li gor zanyarên K24ê, PDKyê li bingeha Wesbeyê li Kerkûkê 102 deng wergirtine, li bingeha Qeraçê li Koyeyê ji 2700 dengan 1124 deng wergirtine û li bingeha Miçloleyê li bajarkê Gwêrê ji 918 dengan 620 deng wergirtine. Li bingeha Rizgariyê her li wî bajarkî, PDKyê ji 4224 dengan 1496 deng wergirtine, herwesa 2180 dengderan li wê bingehê deng daye. Li nav Mexmûrê jî, PDKyê 2500 deng wergirtine.

Serê sibeha îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehên Îraqê hatin destpêkirin û heta seet 6:00 ê êvarê berdewam bûn. Piştî sala 2005ê, ev cara yekê ye hilbijartin li parêzgeha Kerkûkê tên kirin.