PDK li Neynawayê dibe lîsta yekê

Newzad Hadî
Newzad Hadî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKyê li Neynawayê Newzad Hadî ji K24ê re ragehand, li sinorê parêzgeha Neynawayê her ew arêşe hebûn ên ku li deverên din jî hebûn. Herwesa got, “PDK dê li Neynawayê lîsta yekê be”.

Newzad Hadî got, “Pêşbînî tê kirin ku rêjeya tevlîbûnê di dengdanê de li sinorê her du rexên parêzgeha Neynawayê û derdora wê 30% be”.

Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKyê li Neynawayê ron kir, “PDK li sinorê parêzgeha Neynawayê ji hilbijartinên yekê yên sala 2005ê heta niha berdewam bihêz bûye, pêşbînî tê kirin ku ji ber berfirehiya bazineya dengderên me lîsta yekê û belkî zêdetir jî be”.

Herwesa got, lîsta PDKyê li sinorê parêzgeha Neynawayê hemî mezheb û taîfe û neteweyên cuda cuda vedigire, lewma dengderên me bi rengekê berfireh berbelav in.

Serê sibeha îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehên Îraqê hatin destpêkirin û heta seet 6:00 ê êvarê berdewam bûn. Piştî sala 2005ê, ev cara yekê ye hilbijartin li parêzgeha Kerkûkê tên kirin.