DNO rêjeya berhemanîna petrola Kurdistanê zêde dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Kompaniya DNOyê ya Norwêcî berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê zêde kiriye û di pilana wê de ye bîreka dî jî ya petrolê li Herêma Kurdistanê bikole.

Îro (Sêşem, 19ê Berçileya 2023ê) Birêveberê Bicihanînê yê Kompaniya DNOyê ya Petrolê ya Norwêcî Bîjen Rehmanî di ragehandinekê e eşkere kir, rêjeya berhemanîna petrolê li zeviya petrolê ya Tawkê ya Herêma Kurdistanê zêde kiriye û berdewam jî di zêdebûnê de ye, bi rengekî ku niha nêzî 90 hezar bermîlên petrolê tên berhemanîn.

Birêveberê Bicihanînê yê Kompaniya DNOyê amaje da wê yekê jî ku, di wê bawerê de ne ku ew qebxwaziyên rûbirûyî kompaniya wan û kompaniyên din jî bûne dê bên çarekirin û “li ser berfirehkirina karê xwe yê bazirganî li Herêma Kurdistanê pabend in”.

Wekî ku di ragehandina Birêveberê Bicihanînê yê Kompaniya DNOyê de hatiye, di pilana wan de ye li sala 2024ê li Başîkê bîreka dî ya petrolê bikolin.

Kompaniya DNOyê ya Norwêcî li çend zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kar dike, wekî zeviya Tawkê û zeviya Pêşxabûrê.