Çavdêrekî Siyasî: Kurdan zêdetir ji 30 hezar dengan li Kerkûkê winda kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrekî siyasî dibêje, nakokiyên di nava aliyên siyasî de, sedema gelek kêşeyan e û li Kerkûkê di hilbijartinên encumenên parêzgehê de, Kurdan zêdetirî 30 hezar dengên winda kirine.

Çavdêrê siyasî Kawa Ehmed ji K24ê re ragihand, xelkê Kerkûkê îsbat kirin ku ew pabendî proseya demokrasiyê ne û beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bûn.

Got jî: “Ya niha ya giring ew e ku em vegerin bo hevdûqebûlkirin û pêkvejiyan û divê Kurd bi xwe û aliyên siyasî wê bikin pîvana karê paşerojê.”

Diyar kir jî: “Ji destdana zêdetir ji 30 hezar dengên Kurdan li Kerkûkê karesatek e. Kurdan ji 9 kursiyan daketine 7 kursiyan. Şanaziya bi vê encamê wek wek destkefteke partîtî, metirstirîn babet e. Pêwîst e em li ser wê yekê bisekin, ji ber ku Kerkûk ji partiyek mezintir e û pirseke netewî ye.”

Roja 16 û 18ê Berçileya 2023an, proseya dengdana taybet û giştî ya hilbijartinên encûmenên parêzgehan birêve çû. Li gorî komîsyonê rêjeya beşdariyê li parêzgeha Kerkûkê gihişte %66.

Li gorî encamên destpêkê, lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, 46 hezar û 749 deng bidest xistine.

Herwiha Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye, li parêzgeha Kerkûkê herî zêde deng bidest xistin ku 139 hezar û 373 deng in.

Li gorî yasaya nû ya hilbijartinên Iraqê, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji 15 kursiyên giştî û kursiyekî kotayê ji bo Kirîstiyanan pêk tê. Çavê Kurdên Kerkûkê li wê ye ku parêzgarekî Kurd destnîşan bikin.