Sasan Ewnî: Zaxo ji aliyê geştiyarî ve derbazî qonaxeka nû dibe

Sasan Ewnî
Sasan Ewnî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, şandeka Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ya Hikûmeta Hrêma Kurdistanê bi şandeka kompaniyeka Japonî re serdana Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dike û lidûçûnê ji bo hejmareka pirojeyan dike.

Doh (Sêşem, 19ê Berçileya 2023ê) Wezîrê Şaredariyê û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi şandeka kompaniyeka Japonî re serdana Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kir û di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehand ku, bi aliyên peywendîdar ên Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê re danûstandin li ser hişkesaliyê û çavkaniyên avê yên Zaxoyê kiriye.

Sasan Ewnî amaje da wê yekê jî ku, berî çend heftiyan bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bûn, ji bo bicihanîna wan pirojeyên ku ji bo wê derê pêdivî ne.

Got jî, yek ji wan pirojeyan pirojeyê hişkeroyê sûlavên Zaxoyê ye, taybet ew neh kîlometrên ku di nav Zaxoyê re derbaz dibin.

Wezîrê Şaredariyê û Geştyariyê tekez kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rijdî kar li ser wê mijarê dike.

Bal kişand ser wê yekê jî ku, piştî bicihanîna wê pirojeyê, Zaxo dê derbazî qonaxeka dî bibe, taybet ji bo pakijiya wê deverê û rûbarê Xabûrî dê bandoreka gelek erênî hebe.

Herwesa bi dirêjahiya pênc kîlometran kar li ser kornîşê Zaxoyê jî tê kirin û bi temambûna wê dê bibe mezintirîn kornîş li ser astê Îraqê. Ev kornîş kornîşê Pira Delalê ye, 10% temam bûye û karkirin tê de berdewam e û biryar e havîna bê temam bibe û bikeve xizmeta kertê geştiyariyê.