Dêrelok.. guleyeka topê bi malekê keft

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nahyeya Dêrelokê ya Qezaya Amêdiyê guleyeka topê bi malekê keft.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragehand, îro (Çarşem, 20ê Berçileya 2023ê) li gundê Guherzê yê girêdayî nahyeya Dêrelokê ya qezaya Amêdiyê, guleyeka topê bi malekê keftiye û zirar gehandine wê malê û erebeya xwdiyê wê malê.

Herwesa ragehand, heta niha nehatiye piştrastkirin ka ew guleya topê ji kî derê arasteyî wî gundî hatiye kirin, lê ji ber hebûna çekdarên PKKyê li wê derê, berdewam ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve tê topbarankirin.

Li gor zanyarên peyamnêrê K24ê, tenê di sê mehên borî de zêdetirî 10 caran guleyên topan li nav gundê Guherzê û derdora wî keftine xwarê.

Birêveberê Nahyeya Dêrelokê Rêber Sadiq ew nûçe ji K24ê re piştrast kir û got, ji ber wê topbaranê tirs di nav gundiyan de çê bûye.

Ji ber hebûna çekdarên PKKyê, di van çend salên dawiyê de berdewam deverên sinorî yên qezaya Amêdiyê tên topbarankirin, ev jî bûye sedema wê yekê ku piraniya gundên wê deverê bên berdan.

Berpirsê Ragehandinê yê Nahyeya Dêrelokê Mehmûd Nihêlî ji K24ê re got, “Ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê, ji 60 gundên sinorê nahyeya Dêrelokê tenê 15 gund avedan in. Ew gundên hatine avedankirin jî, xelk ji ber tirsên şer û êrîşan nikarin bi azadî biçin nav rez û milkên xwe”.