Serok Mesûd Barzanî û Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 20.12.2023an pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê Victoria Nuland û şanda pê re kir ku ji Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski, Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Mark Straw û hejmarek dîplomatên Amerîka pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de û pirsa mafên destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser metirsiyên ewlekarî û metirsiya derketina DAIŞê li Iraq û navçeyê û tekezî li ser hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hevpeymanan hate kirin, ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê û astengiyên ewlehiyê.

Rewşa siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê, mijareke din a vê hevdîtinê bû û şanda mêvan pêşkeftina jêrxane, aştî û aramiya Herêma Kurdistanê bilind nirxand û tekezî li ser hevahengî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hertim hewl daye li Iraqê bibe faktora aramî û çareseriyê û xwazyar e ku pirsgirêkên xwe yên bi hikûmeta federal re, bi diyalogê çareser bike, lê komek fakter hene bûne rêgir ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de, vegerandina penaberan û asayîkirina rewşa devera Şingalê.