Bi beşdariya Mesrûr Barzanî nehemîn kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê lidar dikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî; 9emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Hewlêrê tê lidarxistin.

Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî, îro 21.12.2023an Kongreya nehemîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi navnîşanê “Hêz û Şiyana Jinan, Bingeha Pêşketina Aştî û Aborî ye” dest pê kir.

Kongre bi amadebûna wezîr, parêzgarên Herêma Kurdistanê û nûnerên partiyên siyasî li hola Seid Ebdulla ya Hewlêrê rê lidarxistin û du rojan berdewam dibe.

Di kongreyê de Peyrewa Navxwe ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê tê amadekirin û komîteyek nû ji bo sekreteriya Yekîtiya Jinan ku ji heft endaman û 3 yedekan pêk tê, dê werin hilbijartin.

Di kongreya nehemîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê de, Sekreter nayê hilbijartin, piştî kongreyê dê ji aliyê Desteya Sekreteriya Yekîtiya Jinan ve kesek weke sekretera rêxistinê bê destnîşankirin.