Qedexeyên roja Hilbijartinên Şaredariyan hatin ragihandin

Diyarbekir (K24) – Qedexeyên roja Hilbijartinên Şaredariyan hatin ragihandin. Qedexeyên ku dê di 31ê Adara 2024an de ji demijêmer 06.00ê heta demjimêr 23.59ê di meriyetê de bin, di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Qedexeyên bo 31ê Adara 2024an hatine ragihandin wisa ne:

- Dê roja hilbijartinê ji bilî hêzên ewlekarî û asayîşê ti kes nekare çekan hilgire.

- Dê di pêvajoya dengdanê de hemû cure kargehên şahiyê girtîbin, tenê loqente dê vekirîbin.

- Bi şertê ku pabendê qedexeyan bin piştî 18.00ê yên bixwazin dikarin dîlanê bikin.

-Di roja dengdanê de heta 18.00ê dê hemû cure weşanên derbarê encamên hilbijartinan de qedexe bin.

- Navbera 18.00-21.00ê de tenê agahiyên ji aliyê Lijneya Bala Ya Hilbijartinê ve hatine parvekirin werin ragihandin.

- Piştî 21.00ê dê hemû weşan serbest bin, eger Lijneya Bala ya Hilbijartinê pêwîst bibîne dibe ku beriya 21.00ê jî qedexeya weşanê were rakirin.

- Lijneya Bala Ya Hilbijartinê bal kêşand ku divê hemu cure saziyên ragihandinê pabendê pîvanên wekhevî û rastgoyê bin.