Wezîra Çandinê: Êdî pereyê Herêma Kurdistanê ji bo kirîna gulan naçe derve

Bêgerd Talebanî
Bêgerd Talebanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandinê radigehîne, “Em dê piştî serê salê gulên berhemînayî bixin bazarî û êdî pereyê Herêma Kurdistanê ji bo kirîna gulan naçe derve”.

Îro (Pêncşem, 21ê Berçileya 2023ê) Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Em dê piştî serê salê qonaxa yekê ya gulên berhemînayî li Herêma Kurdistanê bixin bazaran”.

Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, “Êdî pereyê Herêma Kurdistanê ji bo kirîna gulan naçe derve û li navxwe dê giringiyeka zêde bi van pirojeyan bê dan”.

Ev di demekê de ye ku li gor amarên Birêveberiya Giştî ya Baxdariya Herêma Kurdistanê, di dema 10 salên borî de zêdetirî 55 milyon û 400 hezar şitil, dar û gulên xwezayî ji Tirkiye, Îran, Holanda, Îtalya, Spanya, Kînya û çend welatên din hawirdeyî Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Li dû zanyarên bazirganî, hawirdekirina şitil, dar û gulan sal bi sal li Herêma Kurdistanê di zêdebûnê de ye, bi rengekî ku di sê salên borî de li bernaberî sê salên pêştir bi rêjeya 41% zêde bûye, lewma kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi rêya giringîdana bi pirojeyên berhemanîna gulan li navxweya Herêma Kurdistanê, rêyê li hawirdekirina gulan bigire.

Bi destpêkirina kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, xerciya kirîna gul û şitilan ji bo xweşikkirina cade û peyarêyan bûye sifir û piştbestin bi temamî keftiye ser gulistanên hikûmî.