Pirojeya Jobs.KRD ji bo ciwanan û daxwazkerên karan li Herêma Kurdistanê hat ragehandin

Merasîmên ragehandina pirojeya pilatforma Jobs.KRD
Merasîmên ragehandina pirojeya pilatforma Jobs.KRD

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirojeyekê ji bo ciwanan û daxwazkerên karî radigehîne, herwesa ji bo vedîtin û peydakirina derfetên di navbera daxwazkerên karan û xwediyên karan de karî dibe pireka peywendiyan.

Îro (Pêncşem, 21ê Berçileya 2023ê) Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi berhevbûna Arîn Mesrûr Barzanî û hejmareka berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmareka konsulên welatan, pirojeya pilatforma Jobs.KRD ji bo ciwanan û daxwazkerên karî li Herêma Kurdistanê radigehîne. Ev piroje ji bo vedîtin û peydakirina derfetên karî di navbera daxwazkerên karan û xwediyên karan de dibe seko û pireka peywendiyan.

Herwesa çalakiyek di wî warî de di yek dem de li pênc cihên cuda li Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce û Zaxoyê bi rê ve diçe û di her çalakiyekê de hemareka zêde ya ciwanan pişkdar in.

Di nav pirojeya malpera Jobs.KRD de, kompaniyên cuda cuda hatine tomarkirin û derfetên karî tê de hatine berçavkirin, herwesa daxwazkerên karan û taybet ciwan û derçûyên zanîngeh û peymangehan dikarin li gor daxwaz û şarezahiyên xwe biçin nav wê malperê û derfetên xwe yên karî destnîşan bikin û CVyên xwe pêşkêş bikin.

Armanca serekî ya pirojeya Jobs.KRD dabînkirina hêsantirîn rêya vedîtina derfetên karî ye ji bo ciwanan û daxwazkerên karî, pêxemetî avakirina civakeka bihêz û pêşkeftî û derfetên karî ji bo hemiyan.

Piştî ragehandina pilatforma vê pirojeyê, ciwan û daxwazkerên karî dikarin rasterast formên taybet li nav vê pilatformê pir bikin û navên xwe li nav rêkarên vê pilatformê binivîsin.

Pilatforma vê pirojeyê êdî dê arîkara ciwanan be ji bo vedîtina derfetên karî û rêyên dûr û dirêj ên lêgeriyanê ji wan re kurt dike û pakecên derfetên karî yên cuda cuda dixe ber destên wan. Paştir ev pilatform li gor şarezahî û pêdivîtiyan di her du kertên giştî û taybetî de vavartinê ji bo derfetên karî dike.

Di merasîmên nasandina vê pilatformê de, peydakirina 100 derfetên karî hat ragehandin ku pêştir navên wan hatibûn tomaerkirin.

Kosulê Giştî yê Şanişîna Urdinê li Herêma Kurdistanê Fuad Xazir Mecalî ragehand, ev piroje pêşengiyeka bihadar e û cihê giringiyê ye ji bo bihêzkirina aborî û arîkarî û piştevanîkirina Hikûmetê û taybet di piroseya çaksaziyê de.

Bal kişand ser wê yekê jî ku li paşerojeka nêzîk bandora vê pirojeyê dê diyar bibe, berheviya welatê xwe jî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û van pêşengiyan tekez kir.

Herwesa Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê Hisên Elî Fezale daxwaza serkeftinê ji bo vê pirojeyê kir ku derfetek e ji bo ku ciwanên Herêma Kurdistanê bikarin derfetên karî peyda bikin.

Ron jî kir ku welatê Qeterê xwediya pirojeyên wekî vê ye û îmkan heye di karên hevpar de her du alî ezmûnên xwe li hev biguherin û her du alî mifadar bin.