Tawanbarekê komkujiya Spaykerê tê girtin

Dîmenekê komkujiya Spaykerê
Dîmenekê komkujiya Spaykerê

Navenda Nûçeyan (K24) – Yek ji tawanbarên komkujiya Spaykerê ji aliyê hêzeka ewlehiyê ya taybet a Îraqê ve bi 18 daxwazkiriyên din re hat girtin.

Li gor ragehandineka Fermandeya Operasiyonên Hevpar a Îraqê ku îro (În, 22ê Berçileya 2023ê) hatiye parvekirin, di operasiyoneka taybet de, ji aliyê hêzeka ewlehiyê ya taybet a Îraqê ve 18 daxwazkirî hatin girtin, ku ji sala 2015ê ve biryara girtina wan hatiye dan û ber bi derveyê Îraqê ve revîbûn.

Yek ji wan daxwazkiriyan bi komkujiya Spaykerê û kuştina bi sedan welatiyên Îraqê tometbar e û bi nav û belgenameyên sexte xwe li welatekê derdorê heşar dabû.

Li Hezîrana sala 2014ê, çekdarên rêkxistina DAIŞê nêzî 1700 endam û rahênerên hêzên asmanî, piştî derkeftina wan ji bingeha serbazî ya asmanî, kuştin. Hingê Nûrî Malikî ku Serokwezîrê Îraqê bû fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Îraqê bû.

Heta niha desthilatdarên Îraqê kariye rufatên 1153 ji wan qurbaniyan peyda bikin, û 884 ji wan piştî pişkinîna DNA dane destê kesûkarên wan.