Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Sekretera nû yê Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya bidawîhatina nehemîn kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîrozbayî li Zîba Taha kir, ku dengên bilind ên kongreyê bidest xistin.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî şeva borî 22.12.2023an di peyamek araseyî Zîba Taha kir û tê de ragihand: “Bi boneya serkeftina kongreya nehemîn û hilbijartina we wek Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li we û endamên nû yên sekreteriyatê û hemû endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê dikim.”

Herwiha Cîgirê Serokê PDKê got: “Hêviya serkeftin û pêşketina berdewam ji bo rêxistina we dixwazin ji bo bidestxistina mafên jinan, xurtkirina rol û pêgeha wê di civakê de û berevanîkirina li pirs û destkeftiyên neteweyî de, ji bo vê jî hemû hevkarî û piştevaniya xwe ji we tekez dikim.”

Nehemîn kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Hewlêrê dest pê kir û 2 rojan berdewam kir û duhî danê êvarê bidawî hat.

Di kongreyê de Peyrewa Navxwe ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat amadekirin û desteya nû ji bo sekreteriya Yekîtiya Jinan ku ji heft endaman û 3 yedekan pêk tê, hat hilbijartin.