Festîvala Krîsmisê ya salane li Enkawayê tê lidarxistin

Hewlêr (K24) – Festîvala Krîsmisê ya salane li qezaya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve ku dê 10 rojan berdewam bike, bi amadebûna hejmareke mezin a Xirîstiyanan dest pê kir.

Xiristiyanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di atmosfereke aram de cejna Krîsmisê û Sersalê pîroz dikin.

Welatiyekî Kildanî ji K24ê re got: "Her yek ji me Kurd, Asûrî û Kildanî taybetmendiyên xwe hene, her çend di warê olî û neteweyî de cudahiyên me hene, lê nêzîkatî û hezkirina me hemûyan ji Kurdistanê re heye.”

Her sal ji 22ê Berçile ve Cejna Krîsmisê ya Xiristiyanan li Hewlêrê dest pê dike, ji bilî pîrozbahiyan, firsendek e jî ku gelek xwarin û vexwarin werin bazarê.

Beşdarekî din ê festîvala Krîsmisê jî got: “Festîval her sal li bajarê Enkawayê bi rêkûpêk tê lidarxistin, Asayîşa Kurdistanê ewlehiya her kesî diparêze, bi taybetî jî Xiristiyanan û tmosfereke aram ji me re peyda dikin.”

Festîvala Krîsmisê ku her sal li Hewlêr û Enkawayê tê lidarxistin, ne tenê derfetek e ji bo Xiristiyanan ku bi hev re salvegera Cejna Îsa Mesîh û sersala nû pîroz bikin, belkî derfetek e ji bo nîşan bidin ku Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye.