Metran Yûsif Toma: Divê em rêzê li cudahiyên hev bigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dêra Kildanî li Kerkûk – Silêmaniyê radigihîne, cejna jidayikbûna Mesîh, cejna aştiyê ye û divê em hemû kar ji bo aştî û pêkvejiyanê bikin û rêzê li cudahiyên hev bigirin.

Serokê Dêra Kildanî li Kerkûk – Silêmaniyê, Metran Yûsif Toma derbarê pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê ji K24ê re got: “Em welatiyên resen ên vî welatî ne, ji ber vê yekê bikaranîna peyva ‘kemîne’ ji bo pêkhateyan ne guncaw e. Welatê me ji aliyê cihêrengiya etnîkî û olî ve dewlemend e, divê em pêkvejiyanê û cudahiyê biparêzin. Em di qonaxên dijwar re derbas bûn, ez hêvî dikim ku pêşeroj ji berê çêtir be.”

Metran Yûsif Toma got jî: “Em hêvîdar in ku Herêma Kurdistanê bibe mînakek pêkvejiyanê ji bo navçeyên din. Divê em hewl bidin ji jîngeh û çavkaniyên xwe sûd werbigirin.”

Metran Yûsif Toma derbarê birêveçûna merasîmên cejna jidayikbûna Mesîh li Herêma Kurdistanê û Iraqê de got: “Hemû cîhan jidayikbûna Mesîh pîroz dike, welatên ku Xirîstiyantiyê nas nakin jî darên Krîsmasê datînin û pîroz dikin. Ev cejna aştî û pêkvejiyanê ye. Pêdiviya me hemûyan bi aştiyê heye, divê em rêzê li cudahiyên hev bigirin.”