Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî derfetên karî bi rêjeya ji sedê 75 bo welatiyên Herêma Kurdistanê tên peydakirin

Civîna Parêzgeha Hewlêrê
Civîna Parêzgeha Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derfetên karî bi rêjeya 75% ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê li kertê taybet û gerentiya civakî tên peydakirin, zêdebarî dabînkirina ewlehiya karî.

Îro (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) Parêzgerê Hewlêrê di ragehandinekê ragehand, “Li ser briyara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo peydakirina derfetên karî bi rêjeya 75% ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê li kertê taybet û gerentiya civakî û dabînkirina ewlehiya karî, zêdebarî parastina mafên karkeran û çavdêrîkirina xwediyên kar û pirojeyan, bi serperiştiya Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulhekîm Xesro li Dîwana Parêzgeha Hewlêrê, civîna hevpar a Lijneya Bala ya Bicihanîna Biryara Hejmar 172 û fermangehên peywendîdar hat kirin.

Li dû ragehandina parêzgeha Hewlêrê, di wê civînê de amaje bi mîkanîzma bicihanîna biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û biryara hejmar 172 ya Serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê hatiye dan, zêdebarî rênimayên wê yên taybet.

Parêzgerê Hewlêrê bal kişand ser wê yekê jî ku, “Ji bo bicihanîna biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, aliyên peywendîdar hatin raspartin  ku li destpêka sala nû arîkar û hevahengên Birêveberiya Giştî ya Gerentiya Civakî bin.

Di tewerekê din ê wê civînê de tekez li ser parastina mafên karkeran di warên girêdayî piroseya karkirinê û parastina berjewendiyan de hat kirin, herwesa tekez li ser tevaya fermangeh û dezgeh û aliyên peywendîdar hatiye kirin ku divê li ser çavdêrîkirina xwediyên kar û pirojeyan berdewam bin, pêxemetî gerentiya civakî û dabînkirina ewlehiya karî û parastina mafên karkeran.