Ehmed Hoşyar ji bo K24ê: Geştên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê asayî ne

Ehmed Hoşyar
Ehmed Hoşyar

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji K24ê re ragehand, “Di êrîşa dronî ya êvara îro de çi zirar negehiştine Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û çi bandor li geştên asmanî nekiriye”.

Îro (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragehand, “Geştên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ranewestiyane û asayî ne”.

Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, îro (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) seet 16:03 bi rêya droneka bombekirî êrîşî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdelwtî ya Hewlêrê hat kirin.

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar li Îraqê Yehya Resûl jî êrîşa dronî ya nêzî Balafirxaneya Navdelwtî ya Hewlêrê şermezar kir û wekî kiryareka teroristî wesifand û got, “Ev kiryarên tawankarî zirarên digehînin berjewendiyên Îraqê û peywendiyên herêmî û navdewletî”.