Mezlûm Ebdî daxwazê ji Civaka Navdewletî dike ku Tirkiyeyê rawestînin

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ragehand, Tirkiye jêrxane û dezgehên medenî li Rojavayê Kurdistanê dike armanc, daxwazê jî ji Civaka Navdewletî dike ku maytêkirinê bikin û êrîşên Tirkiyeyê rawestînin.

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) Mezlûm Ebdî li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Zêdebarî pabendbûna li ser daxwazkirina maf û silametiyên gelê xwe, em daxwazê ji Civaka Navdewletî dikin ku maytêkirin bikin û êrîşên Tirkiyeyê rawestînin û seqamgiriya deverê biparêzin”.

Herwesa ragehandiye, “Bêdengiya Civaka Navdewletî û rêkxistinên mafên mirovan amajeyeka nîgeranker e”.

Mezlûm Ebdî tekez kiriye, “Em hisabê ji bo lihevkirina bi Hevpeymaniya Navdewletî re dikin ji bo ku rewş xirabtir nebe û şerekê mezin rû nede".

Behsa wê yekê jî kiriye ku, êrîşên Tirkiyeyê werçerxaneka metirsîdar peyda kiriye, herwesa armanckirina jêrxane û dezgehên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê berfirehtir dike”.

Gotiye jî, “Ev pêşhat zirareka mezin digehînin xelkê sivîl û amajeyek e ji bo siyaseteka nû ya qirkirinê”.

Amaje daye wê yekê jî ku, ev êrîş tirsê zêde dikin, ev yek jî seqamgiriyê têk dide û metirsiyên binpêkirina sinoran zêde dike.

Mezlûm Ebdî gotiye jî, “Em daxwazê ji Tirkiyeyê dikin ku bala xwe bide ser pirsên xwe yên navxweyî û di nav sinorên xwe de çare bike”.

Gotinên Mezlûm Ebdî piştî wê yekê hatin ku doh (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) artêşa Tirkiyeyê bi rêya dronan çend cihên her du bajarên Kobanî û Qamişloyê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gor amareka nû ya Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, heşt welatiyên sivîl di êrîşên Tirkiyeyê de li bajarê Qamişloyê hatine kuştin û zêdetirî 10 kesan jî birîndar bûne.