Îhsan Ebdulrehman: Sê çaksaziyên din ên mezinan li Herêma Kurdistanê tên vekirin

Îhsan Ebdulrehman
Îhsan Ebdulrehman

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Giştî yê Çaksaziya Civakî ragehand, pêxemetî xizmetkirina xelkî û kêmkirina givaştinan li ser parêzgehan, biryar li ser çêkirina çaksaziyên mezinan li parêzgeha Helebceyê û îdareyên serbixwe yên Soran û Zaxoyê hatiye dan.

Îro (Sêşem, 26ê Berçileya 2023ê) Birêveberê Giştî yê Çaksaziya Civakî ya Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdulrehman Baban ji K24ê re got, “Qerebalixeka zêde li nav çaksaziya Silêmaniyê hebû, ji ber hilweşandina perlemanê ji aliyê Dadgeha Federalî ve, me pirojeyek hebû ku lêborîna giştî ji wan re derbixin, lê ew piroje li perlemanê rawestiya, lewma em neçar bûn li çareyeka din bigerin û me biryar da ku hindek çaksaziyên din bên vekirin”.

Got jî, “Li nav çaksaziyên parêzgehan, qerebalixeka zêde çê bûbû ku hindek caran nexweşî di nav sizadayiyan çê dibûn, herwesa her heftî jî 500 heta 600 malbatan seredana wan dikir, xerciyeka zêde jî pêdivî bû ji ber ku xwarin û cilik û çend tiştên din jî pêdivî ne”.

Herwesa amaje da, “Berî niha jî me nivîsarek pêşkêşî Civata Wezîran kiribû ku li parêzgeha Helebceyê û îdareyên serbixwe yên Soran û Zaxoyê çaksaziyan vebikin, pêxemetî xizmetkirina xelkî û kêmkirina givaştinan li ser parêzgehan, lewma hikûmetê biryar li ser çêkirina çaksaziyên mezinan li parêzgeha Helebceyê û îdareyên serbixwe yên Soran û Zaxoyê da”.