Ahmed Turk: Eger Tirkiyeyê mafên Kurdan nas kiribana dê welatekî bihêrztir ba

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Ahmed Turk da xuyakirin, eger Tirkiyeyê hebûn û mafên Kurdan qebûl kiribana, niha ewê di nava bihêztirîn welatên cîhanê de, cih bigirta.

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmed Turk ku du caran ji serokatiya şaredariya Mêrdînê hatiye dûrxistin û şûna wî qeyum hatiye danîn, bo cara sêyem dibe namzedê Şaredariya Mêrdînê.

Ahmed Turk, di hevpeyvîneke ligel medya Tirkiyeyê de bal kişand şerê di navbera PKKê û Artêşa Tirkiyê de û da xuyakirin, ew hemû ciwanan wek ciwanên xwe dibînin û dixwazin çek bêdeng bibin û şer û pevçûn bidawî bibin.

Ahmed Turk da xuyakirin, dîroka pêkvejiyanê Kurd û Tirkan digihe hezar sal berê û eger desthilat gavên erênî bavêje, dê rewş zû aram bibe. Her wiha got, eger desthilatên Tirkiyeyê heta niha mafên Kurdan nas kiribana, niha Tirkiye dê di nava bihêztirîn welatên cihan û navçeyê de cih girtiba.