Nêzî 100 parçeyên şûnwaran ên Koyeyê tên çakkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Şûnwaran ê Herêma Kurdistanê ragehnad, nêzî 100 parçeyên şûnwaran ên Koyeyê ji aliyê Konsulxaneya Almanyayê li Herêma Kurdistanê ve tên çakkirin.

Îro (Çarşem, 27ê Berçileya 2023ê) Birêveberê Şûnwaran ê Herêma Kurdistanê Keyfî Elî ji K24ê re got, “Di dema borî de nêzî 100 parçeyên şûnwaran li bajarkê Koyeyê hatine dîtin û li nav şûnwarên Koyeyê hatine danan û pêdivîtî bi pakijkirin û çakkirinê û diyarkirina serdemên wan heye”.

Herwesa got, “Şûnwar ji bo çakkirinê pêdivî budceyê ne, ji aliyê Konsulxaneya Almanyayê li Herêma Kurdistanê budce jê re hatiye dabînkirin û bi hevparî di navbera Fermenageha Şûnwaran a Koyeyê û Şûnwarên Îraqê de li Hewlêrê tên çakkirin û ev pirose dê mehekê vebikêşe”.

Li dû gotinên Birêveberê Şûnwaran ê Herêma Kurdistanê, ew kelûpelên dîrokî ji peyker, sike, pere, gozik, çeqo û keresteyên ciwankariyê pêk hatine ku li salên borî hatine dîtin.