Di êrişên Tirkiyeyê de 3 endamên asayişê birîndar bûn

Rêbendeke Kobanê
Rêbendeke Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) diyar kir, dronên Tirkiyeyê duhî 11 rêbendên asayişê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Berdevkê asayîşê Elî Husên îro 27ê Berçile li bajarê Reqayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, dronên Tirkiyeyê duhî 4 rêbend li Qamişlo, rêbendek li Amûdê û 6 rêbend li Kobanê bombebaran kirin.

 Elî Husên diyar kir jî, di encama van êrîşan de, 3 endamên asayişê birîndar bûn û ziyaneke madî ya mezin gihîşt rêbendan.

Amaje bi wê jî kir, hêzên asayişê, ewlehî û aramiyê deverê diparêzin û li hember hewldanên çeteyan tedbîran digirin, armanckirina rêbendên asayişê jî tê wateya hilweşandina aramî û ewlehiya deverê.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 24ê vê mehê ve bi riya dronan bi dehan sazî û navendên xizmetguzariyê û xalên asayiş û HSDê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike û li gorî amaran jî heta niha 8 kesan canê xwe jidest dane û ziyanên madî yên mezin derketine.