Biden ji Kongressê re: Em amade ne bersivê bidin êrîşên li ser hêzên me

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje, welatê wî amade ye bersiva zêdetir bide êrîşên komên çekdar ên ser bi Îranê ve li Rojhilata Navîn.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di nameyekê de ji Kongressê re got, “Milîsên ser bi Supaya Pasdarên Îranê çendîn ve gelek êrîş li ser hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê pêk anîne.

Biden got: “Amerîka amade ye tedbîrên din werbigire, ji bo rûbirûbûn û bersivdana her êrîşekê li ser bingeh û hêzên wan li herêmê.”

Ji destpêka şerê Hamas-Îsraîlê li Xezzeyê, Li Iraq û Sûriyeyê zêdetirî 100 êrîşên bi dron û mûşekan li dijî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî hatine kirin. Di wan êrîşan de jî, bi dehan leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Duhî êvarê jî, Dijeterora Herêma Kurdistanê belav kiribû, droneke bombekirî ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve li derdora gundê Aşokanî yê li parêzgeha Hewlêrê hatiye xistin. Piştre jî Koma “Berxwedana Îslamî li Iraqê” berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

Ji nîvê Cotmeha borî ve, ev cara 23emîn e ku grûpên Iraqî herdu firokexaneyên Hewlêr û Herîrê li Herêma Kurdistanê bi dron û mûşekan armanc dikin.

Amerîka jî li hember êrîşên li ser hêzên xwe yên li Îraq û Sûriyeyê bêdeng namîne û çendîn binke û baregehên grûpên çekdar ên ku ew bixwe dibêje “girêdayî Îranê ne” kirine armanc.