Çiya Emîn: Îsal zêdetirî 500 hezar geştyaran serdana Zaxoyê kiriye

Çiya Emîn
Çiya Emîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Giştî yê Geştûgozara Zaxoyê radigehîne, qonaxa duyê ya Kornîşê Zaxoyê tê bicihanîn, herwesa pirojeya wê kornîşê rêjeya hatina geştyaran ji bo Zaxoyê zêde kiriye.

Birêveberê Giştî yê Geştûgozara Zaxoyê Çiya Emîn tevlî geşteka nûçeyên K24ê bû û got, “Ev du sal in ku Zaxo bûye îdareyeka serbixwe. Di van du salan de, Zaxo di tevaya kertan de gelek pêş keftiye, nexasime di kertê geştyariyê de”.

Birêveberê Giştî yê Geştûgozara Zaxoyê herwesa ragehand, “Qonaxa yekê ya Kornîşê Delalê li Zaxoyê bidawî hatiye, ku pirojeyeka geştyarî û sitratejî ye, herwesa niha karkirin ji bo qonaxa duyê ya wê pirojeyê hatiye destpêkirin”.

Çiya Emîn got, “Piştî temambûna wê, Kornîşa Delalê li Zaxoyê dê bibe dirêjtirîn kornîş li Kurdistanê û Îraqê, herwesa ji ber çêkirina wê kornîşê hejmara hatina geştyaran ji bo Zaxoyê zêde bûye”.

Herwesa got, “Îsal zêdetirî 500 hezar geştyaran serdana Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kiriye”.

Birêveberê Giştî yê Geştûgozara Zaxoyê amaje da, “Pilaneka baş ji bo ahenga pêşwaziya serê sala nû hatiye amadekirin, herwesa geştyarên hemî deveran serdana Zaxoyê dikin”.

Çiya Emîn bal kişand ser wê yekê jî ku kertê geştyariyê li Zaxoyê di van du salan de bi rengekê berçav pêş keftiye, herwesa Zaxo dê bibe bihêztirîn devera geştyariyê li ser astê Îraqê”.

Di derheqa pêşbîniyên wan ji bo hatina geştyaran bo Zaxoyê bi helkefta serê salê de, Birêveberê Giştî yê Geştûgozara Zaxoyê ragehand, “Em pêşbîniyê dikin nêzî 100 hezar geştyarên biyanî û navxweyî bi helkefta ahengên serê salê serdana Zaxoyê bikin”.

Bal kişand ser wê yekê jî ku Zaxo dibe mezintirîn paytexta pêşwaziyê li serê sala nû.

Di derheqa pirojeyên wan ên nû ji bo sala 2024ê de, Çiya Emîn got, “Me pilan heye li sala 2024ê sê heta pênc hotelên pênc-stêrkî li Zaxoyê çê bikin”.