Mezlûm Ebdî: Pêwîst e Amerîka firokeyên F-16 nefiroşe Tirkiyeyê

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bang li Serokê Amerîka Joe Biden dike, ta ku firokeyên F-16 nefiroşe Tirkiyeyê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji pêgeha “Al Monitor” re axivî û derbarê operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de, daxwazek ji rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden û Kongressa Amerîkayê kir.

Ebdî got, Tirkiye firokeyên F-16 di kuştina sivîlan û bombebarankirina jêrxana sivîl de bikar tîne, ji ber ve pêwîst e Amerîka firokeyên F-16 nefiroşe Tirkiyeyê.

Amaje bi wê jî kir, heta ku Tirkiye gerentî nede Amerîka ku firokeyên F-16 dê li dijî xelkê Rojavayê Kurdistanê neyê bikaranîn, ew ê li dijî firotina balafirên F-16 bo Tirkiyeyê bin.

Serokomarê Tirkiyeyê pêştir dabû xuyakirin, Serokê Amerîkayê Jeo Biden gotiye, eger Tirkiye endamtiya Swêd erê bike, ewê firokeyên F-16 bidin wî welatî.

Herwiha Ebdî rexne li Serokê Amerîkayê Joe Biden jî girt û got, Serokê Amerîka ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê tiştek nekiriye.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 24ê vê mehê ve bi riya dronan bi dehan sazî û navendên xizmetguzariyê û xalên asayiş û HSDê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine.

Li gorî amaran jî heta niha 8 kesan canê xwe jidest dane, hejmarek kes birîndar bûne û ziyanên madî yên mezin derketine.