Mesrûr Barzanî: Ez bi tundî êrîşa hêzên deryasayî li ser Hewlêrê şermezar dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa terorîstî ya li ser baregeha Pêşmerge ya li Hewlêrê de peyamek li tora civakî “X” belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe de got: “Em dilgiraniya xwe ya kûr li hember êrişa teroristî ya şeva borî li ser baregeheke Hêzên Pêşmerge li bakurê rojhilatê Hewlêrê nîşan didin. Ez êrîşa hêzên deryasayî û hevkarên wan, bi tundî şermezar dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Em baş ji van lîstokan têdigihin ku kesên deryasayî li pişt wan hene, mafê me jî heye ku berevaniyê gelê xwe bikin.”

Amaje bi wê jî da, “Pêwîst e hikûmeta federal her êrîşeke li dijî Herêma Kurdistanê weke êrîşeke li ser tevahiya Iraqê bibîne û helwesteke cidî nîşan bide û bi kirdarî bersivê bide. Ji ber nebûna helwestê, milîsan zêdetir han dide ku destdirêjiyê bikin, ew pere û çekên dewletê bikar tînin bo êrişkirina li ser Herêma Kurdistanê, têkdana aramiya hemû welat û derxistina şer û nakokiyan li welatekî ku gelek xwîn lê hatiye rijandin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez bang li Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî dikim ku bi kirdarî rêkarên pêwîst bigire ji bo rawestandina van êrîşan, cezakirina grûpan û kontrolkirina herêmên ku ji bo êrîşan têne bikar anîn.”