Mesrûr Barzanî: Ez spasiya xweragiriya welatiyên Herêma Kurdistanê dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina sersala nû belav kir û tê de ragihand, “Daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê jî dikim ku berejwendiyên bilind yên herêma Kurdistanê bixin ser berejwendiyên hizbî û taybetiyên takekesî û bo parastina aramî û mafên reva yên xelkê Kurdistanê kar bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got: “Hêvî dikim sala nû, sala dawî anîn bi şer, alozî, wêrankariyên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi giştî be û aştî û aramî were bicîhkirin û sala destkeft û geşe pêdan û wejandina giştî ya Kurdistanê be.”

Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi minasebeta hatina sala nû ya mîladî ya 2024an gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxwe, malbet û kesûkarên serfiraz yên şehîdan û herwiha gelên Îraq û cîhanê dikim.

Hêvî dikim sala nû sala xêr, xweşî û xweşgozeranî û pêşkeftina zêdetir ya Kurdistanê be.

Spasiya berxwedaniya welatiyên herêma Kurdistanê dikim ku, sala derbasbûyî jiber neşandina mûçe û şayîsteyên darayî yên herêmê ji aliyê hikûmeta federalî ve, rewşeke dijwar ya abûrî derbas kir.

Hêvî dikin di sala nû de, dawî bi stem û ev nedadmendiya ku, li hember xelkê herêma Kurdistanê û bi taybetî mûçexweran tê kirin û kêşeyên şayîsteyên darayî yên herêmê bi awayeke dadmend û di çarçoveya rêkeftinan û qanûna bûdceyê de werin çareserkirin û mûçexwerên herêma Kurdistanê jî weke mûçexwerên deverên din yên Îraqê her meh mûçeyên xwe bêyî têkilkirin li gel kêşeyên siyasî wer bigirin.

Daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê jî dikim ku, berejwendiyên bilind yên herêma Kurdistanê bixin ser berejwendiyên hizbî û taybetiyên takekesî û bo parastina aramî û mafên reva yên xelkê Kurdistanê kar bikin.

Cîhê kêfxweşiyê ye ku, sala derbasbûyî rixmî rewşa dijwar ya abûrî, me karî bi hevkariya kerta taybet çend projeyên xizmetgozarî li bajar û deverên Kurdistanê di warên curbicur de cîhbicîh bikin. Herwiha di warê dîplomasî de jî têkiliyên herêma Kurdistanê û welatên cîhanê di sala derbasbûyî de bi awayeke baş pêşkeftin.

Hêvî dikim sala nû, sala dawî anîn bi şer, alozî, wêrankariyên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi giştî be û aştî û aramî were bicîhkirin û sala destkeft û geşe pêdan û wejandina giştî ya Kurdistanê be.

Sala nû li tevahiya we pîroz be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31.12.2023