Li Qamişlo 2 kes di êrişeke Tirkiyeyê de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrişa droneke artêşa Tirkiyeyê de li derdora Rêveberiya Avê ya bajarê Qamişlo de, 2 kes birîndar bûn.

Droneke Tirkiyeyê îro derdora Rêveberiya Avê ya li aliyê rojhilatê bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 23ê vê mehê ve bi riya dronan bi dehan sazî û navendên xizmetguzariyê û xalên asayiş û HSDê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine.

Li gorî amaran jî heta niha 10 kesan canê xwe jidest dane, hejmarek kes birîndar bûne û ziyanên madî yên mezin derketine.