Amerîka sê belemên Hûsiyan bombebaran dike

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandeya Navendî ya Amerîkayê ragehand, çar belemên biçûk ên Hûsiyan êrîşî keştiya Maersk Hangzhou kiriye û ji dûratiya 20 metran teqe lê kiriye.

Li gor ajansa cîhanî ya Erebî, îro (Yekşem, 31ê Berçileya 2023ê) Fermandeya Navendî ya Amerîkayê ragehand, çar belemên biçûk ên Hûsiyan êrîşî keştiyekê kiriye, paşî ji aliyekê helîkoptereka Amerîkayî ve teqe li wan her çar beleman hatiye kirin ku sê ji wan binav bûne û kesek jî hat kuştin.

Fermandeya Navendî ya Amerîkayê herwesa amaje da, çi zirar negehiştine Amerîkayiyan û kereseteyên wan.

Desteya Bazirganî ya Deryayî ya Brîtanyayê ragehand ku raportek li ser êrîşekê ji bo ser keştiyekê gehiştiye wan, ku 60 mîlan ji bakurê rojavayê benderê Hudeydeyê yê Yemenê dûr e û şer jî çê bûye.

Amaje da wê yekê jî ku sê belemên biçûk êrîş kiriye ser aliyê çepê yê wê keşyitê û hemî endamên tîmê bi silametî derkeftine, herwesa got, “Piştî desttêwerdana hêzên hevpeymanan, ew belem dûr keftine”.

Kompaniya Keştîvaniyê ya Maerskê rûdanek piştrast kir ku tê de keştiya wan a Maersk Hangzhou piştî ji Tengava Bab Elmendebê derbaz bûye keftiye ber êrîşê, lê çi amaje ji bo agirberbûnê di wê keştiyên de nebûne û li ser geşta xwe ya ji bo bakurî berdewam bûye.