Kamil Berzincî: Li Hewlêrê 13 hezar piroje hene

Kamil Berzincî
Kamil Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lijneya Bicihanîna Biryara 172ê ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ji bo 75% ya Karkerên Navxwe di Piroje û Karan de ragehand, “Ji bo kompanî û pirojeyan heye bi rêjeya 80% heta 85% karkerên navxweyî di pirojeyên xwe de zêde bikin, lê ji bo wan nîne 25% zêdetir karkerên biyanî ji bo pirojeyên xwe bînin”.

Nûnerê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lijneya Bicihanîna Biryara 172ê ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ji bo 75% ya Karkerên Navxweyî di Piroje û Karan de Kamil Berzincî ji K24ê re ragehand, “Roja Sêşemê ku dest bi dewama fermangehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin, rasterast biryara hejmar 172 ya Civata Wezîran tê bicihanîn”.

Nûnerê Wezareta Navxweyî amaje da, “Ew biryar destkeftiya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku pêştir me bi rengekê heremekî kar kiriye û karkerên biyanî û navxweyî hevsengiyek nebûye, ji ber wê yekê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo peydakirina derfetên karî ji bo karkerên navxweyî ew biryar derxist”.

Herwesa got, “Şeş meh bi kompanî û pirojeyan hatine dan ji bo ku xwe bi wê biryarê re biguncînin”.

Kamil Berzincî ragehand, “Sala 2023ê hejmara hatin û çûnê ji bo karên rojane di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de li deriyê Hacî Omeranê nêzî 900 hezar kesan bû”.

Zêdetir ron kir, “Piştî bicihanîna wê biryarê, karta destûriya karkirinê ji bo karkerên biyanî li Herêma Kurdistanê tê çêkirin. Wê demê derfet bi kompanî û xwediyên pirojeyan nayê dan ku bi keyfa xwe xelkê biyanî ji bo karî bînin û derfetên karî nedin karkerên navxweyî”.

Herwesa got, “Li sinorê parêzgeha Hewlêrê nêzî 13 hezar pirojeyan hene”.

Amaje jî da, “Datayên pirojeyan ji aliyê Wezareta Navxwe ve hatine daxwazkirin. Ji bo her pirojeyekê ku pêdivî karkerên jêhatî be, pêdivî ye xwediyê pirojeyê pêşwext şertê rêjeya 75% ji bo karkerên navxweyî bi cih bîne. Wê demê 25% ya din ji bo wan heye ku karkerên biyanî bînin”.