Gundekî Çemçemalê hat bombebarankirin

Dîmeneke gundê Çinartû - Arşîv
Dîmeneke gundê Çinartû - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Gundê Çinartû yê navçeya Axcelerê ya ser bi Çemçemalê ve, ji aliyê dronekê ve hat bombebarankirin.

Rêveberê Nahiya Axcelerê Hêmin Behcet ji K24ê re ragihand: “Îro Duşemê 1/1/2024an danê sibê, dronekê gundê Çinartû yê ser bi sînorê me ve bombebaran kir.”

Hêmin Behcet amaje bi wê kir, “Heta niha nayê zanîn ku ji ber bombebaranê ziyanên canî hene yan na.

Rêveberê Nahiya Axcelerê destnîşan kir jî, “Ji şeva borî ve dron li ser herêmê difirin.

Got jî, guman tê kirin ku ew dronên Tirkiyê bin, ji ber ku bi sedema hebûna çekdarên PKKê, berê jî herêma me ji aliyê Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin.

Ev di demekê de ye ku di çend mehên borî de êrîşên artêşa Tirkiyeyê li deverên Herêma Kurdistanê bi behaneya hebûna çekdarên PKKyê zêdetir bûne, lewma jî gelek gund û dever hatine berdan.