HSD: Di 2023an de artêşa Tirkiyeyê 798 caran êrîşî herêmên me kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, îsal 173 şervanên wan di êrîşên Tirkiye, şaneyên DAIŞê û rejîma Sûriyeyê de hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, artêşa Tirkiyê di sala 2023an de, 798 caran bi riya êrîşên asmanî û çekên giran xaka Rojavayê Kurdistanê bakurê rojhilatê Sûriyê kiriye armanc.

Amaje bi wê jî, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve, navend û saziyên xizmetguzariyê yên wekî qadên petrolê, parzûngeh, santralên av û elektrîkê, kargeh, dibistan, nexweşxane û otomobîl kirin armanc ku bi dehan sivîl bûn qurbanî.

Da zanîn jî, di êrîşê Tirkiye, şaneyên DAIŞê û rejîma Sûriyeyê de, 173 şervan û 39 sivîl canê xwe ji dest dane. Herwiha 15 şervan û 83 sivîl jî birîndar bûne.

Diyar kir jî, hêzên wan 143 caran bersiv dan êrîşên Tirkiyeyê û di encamê de 52 leşkerên Tirk û 185 çekdar hatin kuştin. Herwiha 91 leşkerên Tirk û 204 çekdar birîndar bûne.