Di 2024an de çi pirsên stratejîk li pêşiya Tirkiyeyê ne?

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di sala 2024ê de gelek pirsên stratejîk ên wekî endamtiya Swêdê bo NATOyê, balafirên F-16 û şerê PKKê û YPGê li pêşiya siyaseta derve ya Tirkiyeyê ne. Di sala nû de pirsa herî germ a li ser maseya berpirsên Enqereyê, pêvajoya endamtiya Swêdê bo NATOyê ye û tê çaverêkirin ku heta meha Sibatê Civata Giştî ya parlamentoyê dengdan li ser bike. Di sala 2024ê de nediyariyên ji ber şerê Rûsyayê û Ukraynayê û Îsraîlê û Hemasê jî dê siyaseta derve ya Tirkiyeyê têra xwe mijûl bike.

Pirsa endamtiya Swêdê bo NATOyê û balafirên F-16, pêvajoya nediyar a endamtiya Yekîtiya Ewropayê û şerê li dijî PKKê û YPGê ev çend sal in bûne pirsên mayînde yên Tirkiyeyê û tê çaverêkirin ev pirs di sala 2024an de jî wekî salên borî rojevên herî stratejîk ên Enqereyê bin.

Di sala nû de pirsa herî germ a li ser maseya berpirsên Tirkiyeyê, pêvajoya endamtiya Swêdê bo NATOyê ye.

Lewra hefteya borî projasaya ser vê pirsê ji Komîsyona Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê derbas bû û tê çaverekirin ku heta meha Sibatê Civata Giştî ya parlamentoyê dengdan li ser bike. Hejmara parlamenterên ku li dijî endamtiya Swêdê bo NATOyê derdikevin ne kêm e.

Pirseka din Enqereyê jî kirîna balafirên F-16 e û her çend rêveberiya Biden glopa kesk ji bo çareseriyê pê xistibe, Kongireya Amerîkayê bi rijdî li dijî firotina balafiran e. Pêştir çend endamên kongireyê şertên xwe yên firotina balafiran bo Tirkiyeyê eşkere kiribûn û xwestibûn, Tirkiye soz bide wan ku balafir li dijî Yûnanîstanê û rojavayê Kurdistanê neyên bikaranîn. Jixwe berî niha çend rojan jî Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi hinceta ku li dijî jêrxana sivîl a rojavayê Kurdistanê tên bikaranîn bang li Biden kiribû ku balafirên F-16 bo Tirkiyeyê neyên firotin.

Ev daxwaza Mezlûm Ebdî qebûl jî bibe red jî bibe, Tirkiye dê berdewamiyê bide şerê xwe yê li dijî YPGê û PKKê. Lewra daxuyaniya herî dawî ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî ya li ser vê pirsê rijdiya Enqereyê diyar dikir û Erdoganî digot, ew dê jêrxana bingehên xwe yên li ser sînorê Îraqê bihêz bikin.

Di sala 2024ê de pirsa din a pêşiya Tirkiyeyê pêvajoya nediyar a endamtiya Yekîtiya Ewropayê ye û bi taybet di van salên dawî de çi pêşveçûnek li ser vê pirsê çênebûye.

Herî dawî Erdogan sala borî bi denegekî bilind daxwaza endamtiyê kiribû lê mercên Brûkselê tibabek in bi taybet li ser maf û azadiyên bingehîn û demokrasiyê.

Di sala 2024ê de, ji bilî van pirsên ku pêwendiyeka rasterast bi Tirkiyeyê re hene, nediyariyên ku ji ber şerê Rûsyayê û Ukraynayê û Îsraîlê û Hemasê jî dê siyaseta derve ya Tirkiyeyê têra xwe mijûl bike.