Fraksiyona PDK'ê bang li Sûdanî dike lêpirsînê ligel grûpên neqanûnî bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Palamentoya Iraqê bi tundî êrişa terorîstî ya li ser baregeha Pêşmerge li Hewlêrê şermezar kir û bang li Fermandarê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir ku komên çekdar ên neqanûnî rawestîne û wan radestî dadgehê bike.

Fraksiyona PDK'ê îro 1ê Çileya 2024an di daxuyaniyê de ragihand, “Dubarakirina van êrîşên terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê grûpên neyasayî ve, nayê qebûlkirin û pêşhateke metirsîdar e ku ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê û ewlekariya welatiyên wê dike armanc. Herwiha Ev yek jî nîşana lawaziyeke mezin a hikûmeta federalî di riftara ciddî û bibiryar ligel van grûpan e ku ji aliyê kesên ku aramiyê li Iraqê naxwazin ve tên fînansekirin û biçekkirin.”

Di daxuyaniya Fraksiyona PDK'ê de hat: “Em bang li fermandariya giştî ya hêzên çekdar dikin ku demildest pêngavan bavêje ji bo rawestandina van grûpên neqanûnî û kesên ku piştgirî didin wan û hesab ji wan bipirse û wan derxîne pêşberî dadgehê, herwiha kar ji bo kontrolkirina asmanê Iraqê bike û lêkolînê derbarê cihê ku dronên bombekirî tên avêtin û şêwazê alîkariya wan û aliyên ku komên neqanûnî bi van dronan biçek dikin de bike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Herêma Kurdistanê dê li hember wan kesên ku hewla têkdana asayîş û aramiyê dikin û metirsiyê li ser asayîşa welatiyan dirust dikin, dê sersext bimîne û ew hewlên bêhêvî û nebaş a têkdana asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, dê biser nakevin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, şeva 30ê Berçileya 2023an bi du dronên bombekirî êrîşî bingeheke hêzên Pêşmergeyan li sinorê Pîrmam-Hewlêrê hate kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de gotin ku êrişa li ser hêzên Pêşmerge wek hêzeke fermî û beşek ji sîstema berevaniya Iraqa federal, geşedaneke metirsîdar e nayê qebûlkirin û aştî û aramiya Iraqê dixe metirsiyê.