Di sala 2023ê de zêdetirî 29 hezar koçberan çûne Brîtanyayê

Brîtanya: Hatina koçberên neqanûnî kêm bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor zanyarên Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê, hejmara wan koçberên ku bi rêyên neqanûnî qesta wî welatî dikin li beranberî sala borî kêm bûye.

Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê parve kiriye, hejmara wan koçberên ku li sala 2023ê bi rêyên beleman û bi rengên neqanûnî xwe gehandiye Brîtanyayê 29 hezar û 430 kes bûye.

Li sala 2022ê hejmara wan 45 hezar û 770 kes bûn, yanî hejmara koçberên neqanûnî 36% kêm bûye.

Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê herwesa amaje daye, di sala 2023ê de 112 hezar daxwaziyên mafê penaberîtiyê gehiştine wan û 67% mafê penaberîtiyê wergiritiye jî.

Ew yek jî tekez kir ku berhingarbûna koçberên neqanûnî ji karên wan ên pêşiyê ye.

Ev di demekê de ye ku par Hikûmeta Brîtanyayê çend rêkarên nû ji bo rêgirtina li koçberan danane, hindek ji wan rêkaran jî ji aliyê rêkxistina parastina koçber û penaberan ve hatine rexnekirin, nexasime ji aliyê dabînkirina cihê akincîbûna koçberan ve.