Îro Demîrtaş li ser doza Kobanê tê dadgehkirin

Demîrtaş: Ez dê ji bo babê xwe û gelê xwe tevlî rûniştina dadgehê bibim
Selahedîn Demîrtaş
Selahedîn Demîrtaş

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê pêştir ê HDPyê ragehand ku pêxemetî babê xwe û gelê xwe tevlî rûniştina dadgehê dibe.

Biyar e îro (Sêşem, 2ê Çileya 2024ê) rûniştina dadgehê ya girêdayî doza Kobanê tê kirin, ku Hevserokê pêştir ê HDPyê Selahedîn Demîrtaş û berpirsên bilind ên wê partiyê dê li ser wê dozê bên dadgehkirin.

Medyayên Tirkiyeyê ragehand, Demîrtaş dê tevlî wê rûniştinê bibe. Herwesa ragehand, sedema tevlîbûna wî ji bo babê wî û gelê wî vedigere û pêxemetî wan û wî qerê ku li ser milên wî ye tevlî wê rûniştinê dibe.

Ew rûniştin dê li hola dadgeha Kempa Zindana Sincanê be û biryar e Demîrtaş bi rêya vîdyo konfiransê tevlî wê bibe.

Roja Yekşemê, 31ê Berçileya 2023ê, Tahir Demîrtaş ê Babê Selahedîn Demîrtaş koça dawiyê kir.

Li 4ê Cotmeha 2016ê, Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdax û hejamreka perlemanterên HDPyê bi tometa peywendiyên bi PKKyê re ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve hatin girtin û heta niha di zindanê de ne. Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayî çend caran daxwaza azadkirina Hevserokên HDPyê kiriye, lê Hikûmeta Tirkiyeyê wê biyarê bi cih nayîne.