Du baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Hesekê rastî êrîşan hatin

Navenda Nûçeyan (K24) – Du baregehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê, li parêzgeha Hesekê rastî êrîşan hatin.

Grûpa bi navê “Berxwedana Îslamî li Iraqê” ragihand, wan bi rêya dronekê baregeh Xirbit El-Cîr ya hêzên Amerîkayê, li bajarokê Rimêlanê ya êo parêzgeha Hesekê kiriye armanc.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî belav kir, mîlîşyayên ser bi Iranê ve bingeha Şedadê ya Amerîkayê li gundewarê Hesekê bi mûşekekê kirine armanc.

Ti zanyarî derbarê herdu êrîşan de, nehatine ragihandin.

Ev yek piştî wê tê, duh jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî êrîşek bi rêya dronekê li ser bingeha El-Omer li Dêrazorê şikandibû.

Ji piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de di 7ê Cotmeha 2013an ve, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Li gorî amarên Rewangehê, ji destpêka şerê li Xezayê ve, baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê 70 caran rastî êrîşan hatine.