Di êrîşeka DAIŞê de neh serbazên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin

Serbazên artêşa Sûriyeyê
Serbazên artêşa Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehand, di êrîşeka ji nişkê ve ya şaneyên DAIŞê li gundên Dêrazorê li Rojhilatê Sûriyeyê, neh serbazên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin û zêdetirî 20 kesên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehand, “Çekdarên DAIŞê êrîşeka ji nişkê ve kir ku ji kûratiya biyabanên Sûriyeyê dest pê kir, bo ser cihên hêzên rijêmê û bergiriya niştîmanî, li biyabana Tîbniyê. Di encamê wê êrîşê de, nêzî neh serbazên artêşa Sûriyeyê û çekdarên bergiriya niştîmanî hatin kuştin û zêdetirî 20 kesên din jî birîndar bûn”.

Rewangehê herwesa amaje daye, “Şer ji êvara doh heta serê sibeha îro berdewam bû. Berî ku çekdarên DAIŞê xwe ji wan cihan vebikêşin, biyabana bajarkê Tîbniyê û Medanê li gundên rojavayê Dêrazorê kontirol kiribû, paştir destê xwe danabû ser erebeyekê ku topeka 57 Milîm û teqemenî li ser bûn, herwesa sê erebeyên serbazî jî pûç kirine”.