Pizişkên Xezzeyê haydariyê didin

Kertê tendirustiyê yê Xezzeyê di rewşeka karesatbar de derbaz dibe

Xezze (K24) – Pizişkên Xezzeyê haydariyê didin, eger rewş bi vî rengî berdewam be, karesateka mirovî diqewime û gelek zarok tûşî hewdana sihan û nexweşiyên çermî dibin.

Li gor Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî, nêzî 180 hezar kesan li Xezzeyê ji ber hewdana koendamê henasedanê dinalin û nîva wê hejmarê jî zarokên di bin jiyê pênc saliyê de ne.

Suham Qedîh, ku yek ji wan welatiyên Xezzeyê ye yên ku ji ber şerî aware bûye û niha kiça wê tûşî nexweşiyê bûye, dibêje: “Pizişkan ji min re got, ji ber pîsbûna jîngehê û avê û bayî, kiça te tûşî hewdaneka dijwar a sihan bûye”.

Herwesa amaje da, “Niha jî em keftine ser cadeyan û çi pakijî û parastin ji bo zarokên me nîne. Jiyê kiça min 40 roj e û hêşta vaksînên mehane wernegirtine”.

Ji ber hejmara zêde ya awareyên nav kempan û sermayê û belavbûna pejîk û nexweşiyan, bi dehan hezar zarokên din jî yên Xezzeyê tûşî hewdana sihan û rîxoleyê dibin.

Birêveberê Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Kweytê li Xezzeyê Osame Hems ji K24ê re got, “Her roj bi hezaran zarok serdana me dikin, nexasime ew zarokên tûşî hewdana sihan û rîxoleyê dibin”.

Tekez jî kir, “Sedema serekî ya van nexweşiyan jî zêdehiya hejmara xelkî û mana li yek cihî ye. Eger zaroyek tûş bibe, hemî zaroyên din jî tûş dike, ev jî ji ber belavbûna pejîkê û enfilawenzayê di vî werzî de ye”.