Şaxewan Ebdula: Çi malbatên Kurd ji taxa Newrozê ya Kerkûkê nayên derxistin

“Ez bi Serokwezîrî û Fermandeyê Giştî yê Operasiyonên Îraqê re axiftime”
Şaxewan Ebdula
Şaxewan Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaxewan Ebdula dibêje ku bi Serokwezîrî û Fermandeyê Giştî yê Operasiyonên Îraqê re axiftiye, ew hêza ku doh bi ser taxa Newrozê ya Kerkûkê de girtibû dê xwe vebikêşe û çi malbatên Kurd dê neyên neçarkirin ku ji xaniyên xwe derbikevin.

Îro (Çarşem, 3ê Çileya 2024ê) Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê Şaxewan Ebdula di ragehandinekê de ragehand, “Çi malbatên Kurd li taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê dê neyên neçarkirin ku ji xaniyên xwe derbikevin û ew hêza artêşa Îraqê jî ya ku li wê taxê hatiye binecihkirin dê xwe vebikêşe”.

Şaxewan Ebdula amaje da, piştî ku doh (Sêşem, 2ê Çileya 2023ê) çend welatiyên taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê peywendî bi wî kir û jê re got, hêzeka artêşa Îraqê hatiye bi ser wan de girtiye û daxwaza berdana xaniyên wan jê dike, bi Serokwezîrê Îraqê re axiftiye û bi spasî ve Serokwezîrî ferman li Wezareta Bergiriyê kir ku ew hêza artêşa Îraqê xwe vebikêşe û ew mijar bê rawestandin.

Li dû gotina Şaxewan Ebdula, îro bi Fermandeyê Giştî yê Operasiyonan re axiftiye û dê biyara Serokwezîrê Îraqê ji bo vekêşana wê hêza artêşê bê bicihanîn.

Doh (Sêşem, 2ê Çileya 2023ê) hêzeka artêşa Îraqê bi dehan hemerên serbazî bi ser taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê de girt ku piraniya xwecihên wê taxê Kurd in, ew tax dorpêç kir û daxwaz ji welatiyên Kurd kir ku yekser xaniyên xwe vala bikin û derbikevin.

Nêzî 120 malbatên Kurd li taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê hene. Wê hêza artêşa Îraqê, bi behaneya wê yekê ku xaniyên wê taxê li ser dema rijêma Sedam Hisênî ji efserên rijêmê re hatibûn çêkirin, gefên derxistinê li Kurdan kirin.