Ela El-Nişo: Armanckirina Pêşmerge tê wateya armanckirina sîstema berevaniya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekarekî ewlekarî û stratejîk dibêje, grûpên çekdar li Iraqê hemû şiyanên hikûmetê xistine bin kontrola xwe. Herwiha got jî, armanckirina Pêşmerge tê wateya armanckirina sîstema berevaniya Iraqê.

Şirovekarê ewlehî û stratejî Ela El-Nişo ji K24ê got: “Grûpên çekdar li Iraqê hemû şiyanên hikûmetê kontrol kirine û karûbarên ewlehî û leşkerî girtine destê xwe, ev jî metirsiyek e li ser qewareya dewleta Iraqê.”

Got: “Sîstema sazîbûna leşkerî li Iraqê bidawî bûye. Grûpên çekdar bûne alternatîva vê sîstemê, biryarên ewlekariya Iraqê kontrol dikin û hemû warên leşkerî, di bin kontrola xwe de bikar tînin.”

Ela El-Nişo got tekez kir jî: “Piştgiriya derve ji bo bihêzkirina komên çekdar heye, bi taybetî piştî sala 2017an, dema bidawîhatina DAIŞê li Iraqê hatiye ragihandin. Herwija berjewendiyên hêzên derve li ser Iraqê ferz kiriye û hêza van grûpan ji hêza artêşa Iraqê zêdetir e, ji ber wê jî hikûmeta Iraqê nikare wan kontrol bike.”

Wî şirovekarî amaje bi wê yekê kir, “hêzeke biyanî piştgiriya van hêzan dike û dronan û mûşekan pêşkêşî wan dike. Divê Amerîka Herêma Kurdistanê biparêze, bi taybetî ku esmanê Iraqê kontrol dike û divê sozên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê ku beşeke ji destûra Iraqa federal e, cîbicî bike. Pêşmerge beşeke ji sîstema berevaniya Iraqê ye û armanckirina Pêşmerge tê wateya armanckirina sîstema berevaniya Iraqê ku di destûrê de hatiye çespandin.”

Piştî êrîşa komên çekdar ên neqanûnî ya bi dronan bo ser bingeheka Pêşmergeyan li parêzgeha Hewlêrê di 30.12.2023an de û piştî peyam û haydariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vî warî de, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dezgehên ewlehiyê raspartin ku lêkolînan li ser wê êrîşê bikin.