Artêşa Îraqê sê Kurdên taxa Newrozê ya Kerkûkê girtin

Artêşa Îraqê
Artêşa Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber ku nehêlaye artêşa Îraqê biçe ser malên wan û dagir bike û gotiye ku xaniyên xwe bernadin, artêşa Îraqê sê Kurdên taxa Newrozê ya Kerkûkê girtin.

Artêşa Îraqê li Kerkûkê bi ser çend malên taxa Newrozê de girtiye, bi wê behaneyê ku xaniyên wan milkê Wezareta Bergiriyê ya Îraqê ne.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Soran Kameran Îro (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) çû nav xwenîşanderên taxa Newrozê û ragehand, “Artêşa Îraqê çûye nav malekê, wê dema ku xwediyên wê li malê nebû, û heta niha jî li nav wê malê maye”.

Welatiyekê taxa Newrozê ji Peyamnêrê K24ê re got, “Ev 21 sal in ku ev der cihê Kurdan e, îla ku bi debabeyan bên ser me û malên me dagir bikin”. Herwesa got, “Ew malên me dagir dikin, em jî dixwazin bijîn û em têkder nînin, em şerî li ser axa xwe dikin”.

Soran Kameran amaje da sedema girtina sê Kurdên taxa Newrozê ji aliyê artêşa Îraqê ve û ragehand, “Ew kes ji ber wê yekê hatine giritn ku gotibû em ji vê derê naçin”.

Welatiyekî jî got, “Sed caran hindan ji me bigirin, em wî cihî ji bo artêşa Îraqê bernadin, ku dixwaze Ereban lê akincî bike”.

Yek ji wan girtiyan piştî azadbûnê ji medyayan re got, “Artêşa Îraqê gef li me kirin ku me bidin destê istîxbaratê”. Herwesa got, “Artêşê rengevedanên xirab li beranberî me hebûn”.

Peyamnêrê K24ê jî ragehand, “Sozname bi wan girtiyan re hatine pirkirin ku wî cihî berbidin”.

Soran Kameran herwesa eşeke kir, “Artêşa Îraqê amaje daye wê yekê ku biryara Wezareta Bergiriyê ya Îraqê ji bo valakirina wan xaniyan heye, hêzeka zêde jî li kolan û derdorên taxa Newrozê hatiye belavkirin”.