Piştî bizavên Şaxewan Ebdula artêşa Îraqê xwe ji taxa Newrozê vedikêşe

Bajarê Kerkûkê
Bajarê Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îraqê gef li wan her sê Kurdên girtî kirine, eger careka dî nerazîbûna xwe diyar bikin, dê wan bi madeya terorê bigirin.

Îro (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) artêşa Îraqê bi gelek hemer û serbazan bi ser malên Kurdên taxa Newrozê ya Kerkûkê de girt, bizavê dike destê xwe dane ser wan 130 xaniyan ku nêzî 20 salan e Kurd tê ve dijîn.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Soran Kameran zanyarên nû li ser livînên artêşa Îraqê li taxa Newrozê eşkere dike û radigehîne, “Piştî bizavên Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê Şaxewan Ebdula bi aliyên peywendîdar re, hindek ji wê hêzê xwe vekêşaye”.

Kurdekê taxa Newrozê ji K24ê re got, “Kurd careka dî li vî bajarî tên Erebkirin”. Herwesa got, “Çend kesek ji me girtin, lewma me pêkve givaştin êxist ser wê hêzê”.

Welatiyekê dî jî nîgeraniya xwe ji bo K24ê diyar kir û got, “Ew xelkê piştî 16ê Cotmehê hatiye taxa Newrozê, em pê re naaxivin ji ber ku ji neteweyên dî ne”. Herwesa got, “Ji ber ku em Kurd in, wan bi ser me de girtiye, ku ev nêzî 20 salan e em li vê taxê dijîn”.

Welatiyekê dî yê taxa Newrozê ji bo K24ê amaje da ku, “Hikmê Erebî li vî bajarî li ser Kurdan bi cih tînin, merema wan tenê Kurd in”. Herwesa got, “Bi vê yekê tenê razî nînin, li taxên din bi ser Kurdan de digirin”.

Nûnerê Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê Şaxewan Ebdula li nav welatiyên taxa Newrozê ji K24ê re got, “Her li destpêkê Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê li ser arêşeya Kurdên taxa Newrozê bi Serokwezîrê Îraqê re axift ku herwesa Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar e jî, Serokwezîrê Îraqê biryar da ku wê hêza artêşê vebikêşin, lê ji bo wî xerîb e ku hêşta ew hêz li wê derê maye”.

Nûnerê Şaxewan Ebdula amaje da, “Divê li dû qanûnê arêşe bên çarekirin”. Herwesa ragehand, “Sibe Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê dê ji bo çarekirina arêşeya wan xaniyên taxa Newrozê bi Wezareta Darayî ya Bexdayê re biaxive. Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê ragehandiye ku eger ew arêşe neyê çarekirin, wî dê wekî Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê beyannameyek hebe”.

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê, xelkê taxa Newrozê destûrî daye artêşa Îraqê ku heta sibe ji wê taxê derbikevin. Eger wesa nekin, careka dî dê li beranberî wan rabiwestin. Artêşa Îraqê jî gef li wan girtiyan kirine ku eger careka dî wesa bikin, dê wan bi madeya terorê bigirin”.