Amerîka êrîşî cihên Hûsiyan li Yemenê dike

Alaya Amerîkayê
Alaya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêgeha Polotîkoyê li ser zarê çend berpirsên bilind ên Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê eşkere kiriye, Pentagon pilanê ji bo weşandina gurzên serbazî bo ser Hûsiyan li nav axa Yemenê dadine.

Polotîkoyê herwesa amaje daye, pilana Amerîkayê ji bo weşandina gurzên serbazî bo ser Hûsiyên Yemenê di demekê de ye ku, çi amajeyek ji bo paşveçûna Hûsiyan ji armanckirina keştiyên bazirganî li Deryaya Sor nîne.

Herwesa amaje daye wê yekê jî ku, êrîşkirina li ser Hûsiyan li nav axa Yemenê ji aliyê Amerîkayê ve dê lêkdanên Amerîkayê û komên nêzî Îranê ber bi qonaxeka dî bibe.

Pêştir jî Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna li ser êrîşên Hûsiyan li Deryaya Sor haydarî da û ragehand, nabe ku ev êrîş bê bersiv derbaz bibin.

Herwesa Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan jî di dema borî de ragehandibû, Waşinton û Civaka Navdewletî berdewam danûstandinan li ser weşandina gurzekê serbazî bo ser Hûsiyan dikin.