Waşinton Post: Heta niha 115 caran li Îraq û Sûriyeyê êrîşî Hevpeymanan hatiye kirin

Artêşa Hevpeymanan
Artêşa Hevpeymanan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekê Amerîkayê ji bo rojnameya Waşinton Postê eşkere kiriye, ji 17ê Cotmeha 2023ê heta niha, 115 caran li Îraq û Sûriyeyê êrîşî hêzên Amerîkayê hatiye kirin.

Rojnameya Waşinton Postê ya Amerîkayê li ser zarê berpirsekê wî welatî ragehand, piştgiriya Waşintonê ji bo Israîlê li Xezzeyê wesa li komên milîşyayan li Îraq û Sûriyeyê kiriye ku behaneyan ji bo derxistina hêzên Hevpeymanan bigirin.

Wî berpirsê Amerîkayî amaje da wê yekê jî ku di dema çend mehên borî de hêzên milîşyayn li Îraq û Sûriyeyê çend caran ji aliyê Amerîkayê ve hatine armanckirin, lê armanckirina Miştaq Talib Siêdî yê serkirde di Bizava Nucebayê de û yek ji arîkarên wî li Bexdayê karekê kêmpeyda bû.

Doh (pêşncşem, 4ê Çileya 2024ê) piştî nîvro, dronekê bingeha Lîwaya 12ê ya Bizava Nucebayê ya girêdayî Heşda Şeibî li ser cadeya Filistînê ya Bexdayê kir armanc.

Medyayên nêzî Heşda Şeibî di vî warî de ragehandibû, heta niha ji ber wê êrîşê sê serkirdeyên Heşda Şeibî hatine kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûne.