Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar gundên Efrîn û Minbicê didin ber topan

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve gundên Efrîn, bakurê Helebê û Minbicê topbaran dikin û welatiyek jî birîndar bûye.

Li gorî medyaya xwecihî, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar îro daristanên gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawayê ya Efrînê topbaran dikin. Di topbaranê de jî welatiyek birîndar bûye.

Herwiha topbaran gihîşt gundên din ên Efrînê yên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, wek Meyase, Kefir Enton, Keştiyar, Meranaz û Malkiyê.

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ji Adara 2018an ve herêma Efrînê dagîr kirine, lê 12 gundên navçeya Şêrewa yên nêzîkî her du bajarokê Şîe (Nibil û Zehraa) di destê HSDê de mane.

Hat zanîn jî, artêşa Tirkiyeyê grûpên çekdar ên ser bi wê vê gundê Ewn Dadatê yê dikeve bakurê Minbicê jî topbaran dikin.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 23ê Beçileyan 2023an ve bi riya dronan bi dehan sazî û navendên xizmetguzariyê û xalên asayiş û HSDê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kiribûn.

Li gorî amaran jî, heta niha 10 kesan canê xwe jidest dane, hejmarek kes birîndar bûne û ziyanên madî yên mezin derketine.