Rêvebera Nahiya Alqoşê: Bi saya Pêşmergeyan rûniştvanên herêma me bi aramî dijîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebera Nahiya Alqoşê dibêje radigihîne, piraniya ciwanên wê navçeyê bêkar in û hikûmeta Iraqê ti planek bo karkirina wan nîne. Herwiha dibêje: “Welatiyên me ji ber kêmbûna xizmetguzariyê dinalin.”

Rêvebera Nahiya Alqoşê Lara Yûsif ji K24ê re ragihand, welatiyên navçeyê û derdora wê ji kêmbûna xizmetguzariyan dinalin û divê ev pirsgirêk bi hevahengî ligel aliyên pêwendîdar were çareserkirin.

Bi gotina Lara Yûsif: “Gihandina hemû xizmetguzariyan ji bo Alqoşê ne karekî hêsan e û gelek dem divê. Pêwîst e budceyeke zêdetir ji bo projeyên xizmetguzariyê yên li navçeyê were veqetandin da ku pirsgirêkên hemû welatiyan bên çareserkirin.”

Destnîşan kir jî: “Berê ji bo projeyên xizmetguzariyê li Alqoşê, bûdce dihate veqetandin, lê ji ber ku li navçeyê zêdetirî 40 gund hene û 4 pêkhateyên cuda lê dijîn, me nekarî xizmet bi rêk û pêk bigihînin her kesî.”

Navçeya Alqoş ser bi parêzgeha Neynewayê ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê û di çarçoveya herêmên madeya 140 a destûra Iraqê de ye.

Rêvebera Nahiya Alqoşê diyar kir: “Rêjeya bêkariyê li Elqoşê bi awayekî berçav zêde bûye û ti planeke hikûmeta federal ji bo karkirina ciwanên herêmê û ciwanên din ên Îraqî nîne.”

Di sala 2015an de, hêzên Pêşmerge, di bin çavdêriya rasterast a Serok Barzanî de, navçeya Alqoşê û derdora xwe ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin. Ji wê demê ve ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tê parastin.

Lara Yûsif tekez kir jê: “Eger hêzên Pêşmerge li Alqoşê nebûna, rewşa ewlehiyê dê gelek xirab bûya. Ji ber wan niha em di nava aramiyê de dijîn. Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku gelê herêmê diparêze. Bi saya hêza Pêşmerge de, nahiya me yek ji cihên herî ewle yên li Iraqê ye.”