Ayad Elawî ji K24ê re: Tiştek bi navê Artêşa Iraqê nemaye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Iraqê Ayad Elawî red dike ku tiştek bi navê artêşê li Iraqê mabe û got, welat Iraqê bombebaran dikin û artêşeke me ya bihêz nîne ku bersivê bide.

Di salvegera damezrandina Artêşa Iraqê de, serokwezîrê berê yê Iraqê Ayad Elawî ji K24ê re got: “Tiştek bi navê artêşê nemaye, hemû bûne grûpên çekdar. Welatên din rast û çep me bombebaran dikin û pêlavên xwe datînin serê me, ji ber ku artêşeke me ya xurt tune ye, kes tune ye ku bersiva wan bide.”

Elawî diyar kir: “Min artêş ji nû ve birêk xist û rêzên wê kirin yek. Min ew helwestên ku li dijî kurdan derketine red kir, niha jî em wan helwestan red dikin û qebûl nakin. Kurd gelê me ye û ne ji wê Heyv an Marsê hatine.”

Amaje bi wê jî kir: “Di dema opozîsyonê de, gelê Kurd bi can û jiyana xwe em parastin. Kurdistanê ji aliyê Amerîka û Sedam Husên ve hatibû dorpêçkirin jî, lê dîsa jî Kurdan em parastin.”

Artêşa Iraqê di 06.01.1921ê de di dema padîşahiyê de hat damezrandin. Di destpêkê de, ew tenê artêşek piyade bû, piştî wê jî Hêza Asmanî ya Iraqê di sala 1931 de û Hêzên Deryayî jî di sala 1937an de hatin avakirin.

Artêşa Iraqê ji damezrandina xwe ve heta niha beşdarî çendîn şer, milmilaneyên navxweyî û derbeyan bûye, bi taybetî şerê 8 salî yê Iraq û Îranê, şerê dagîrkirina Kuweytê, şerê kendavê, şoreşên kurdî, êrişên kîmyayî li ser Herêma Kurdistanê, enfalkirina kurdan û serkotkirina raperîna parêzgehên başûrê Iraqê di sala 1991ê de.