Şanda Kurdistanê li Bexdayê bi Komîteya Çavdêrî û Çareserkirina Pirsgirêka Mûçeyan re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li Bexdayê ligel Komîteya Bilind a Çavdêrî û Çareserkirina Pirsgirêka mûçeyan dicive.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê diyar kir, îro şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê yekem civîna xwe li gel Komîteya Bilind a Çavdêrî û Çareserkirina Pirsgirêka Mûçeyan li Bexdayê pêk bîne.
Got jî: “Ev komîte ji çend şêwirmendên Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, endamên Komîteya Darayî ya Parlamentoyê, nûnerên Wezareta Darayî, Wezareta Petrolê û kompanyaya SOMOyê pêk tê.”
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî Awat Cenab Nûrî li ser pirsa bûdce û mûçeyên karmendan û sererastkirina yasaya bûdceya îsal, serdana Bexdayê kiribû.
Wezareta Darayî ragihandibû, Hikûmeta Herêmê û hikûmeta federal bi rêya sererastkirina yasaya bûdceyê, hewlên xwe bo çareserkirina pirsa mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê zêde kirine.