Bi riya Parlametoyê re hewla “derkirina hêzên Amerîka” ji Iraqê tê dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar daxwaz kirin ku hêzên Amerîkî ji Iraqê vekişin. Hin fraksyonên parlamentoyê jî bi komkirina îmzeyan, dixwazin erkê Hevpeymaniya Navdewletî bidawî bikin.

Fraksiyona Sadiqûn li parlamentoya Iraqê ku wek baskê siyasî yê grûpa Asayib Ehluleq tê naskirin, piştgiriya xwe ji bo pêngava Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şiya Sûdanî ya bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navdewletî li wî welatî nîşan da.

Herwiha Fraksiyona Sadiqûn ji bo derxistina hêzên Amerîkî jî, li parlamentoyê dest bi kampanya komkirina îmzeyan kirine û heta niha zêdetirî 50 îmze kom kirine.

Ji aliyê din ve Tevgera Nuceba ya girêdayî Heşda Şeibî daxuyaniyek da û diyar kir ku hebûna Amerîka ji bo ewlehiya Iraqê “metirsî” ye.

Tevgera Nuceba herwiha daxwaz kir ku divê rê li destêwerdana Amerîkayê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de were girtin, ji ber ku “hebûna wan hêzan sedema lawazbûna artêşa Iraqê ye”.

Hin çavdêr di wê baweriyê de ne ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê hêsan nabe, ji ber ku ev hêz di çarçoveya rêkeftina stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de, li wî welatî ne.

Navenda Îraqî ya Lêkolînên Stratejîk dibêje, rêkeftina sala 2008an a di navbera Amerîka û Iraqê de rê nade ku hêzên Amerîkî bi hêsanî ji Iraqê derkevin.

Diyar dike jî, ji bo derkirina hêzên Amerîkayê, pêwîst bi danûstandinên dirêjtir ên ku dibe pênc salan bidomin heye, ew jî dê bikeve piştî bidawîhatina erkê Mihemed Şiya Sudaanî wekî Serokwezîr.

Ji aliyê din ve Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê raporek ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar re şand û tê de daxwaz kir ku tedbîrên pêwîst ji bo bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê werbigire.

Di egera vekişîna Amerîkayê de; dibe cara duyem a ku hêzên Amerîkî ji Iraqê vedikişin. Amerîka di sala 2003an de hêzên xwe şandibû Iraqê û di sala 2011an de jî vekişiyabû, lê di sala 2014an de wek beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê vegeriyabû Iraqê.